1 / 9

Hevot - 2

Hevot - 2 1- Di van hevokên jêrîn da li cihê vala “ kî, kê, çi, kû, çend, kengê, kîjan “ binivîsîne: Azad ji bavê xwe dipirse. --- ji --- dipirse? Sînem sêvekê dide Gurgîn . --- --- dide ---? Mamoste pirtûkekê şanî şagirtan dide. --- --- şanî --- dide?

Download Presentation

Hevot - 2

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Hevot - 2 1- Di van hevokên jêrîn da li cihê vala “kî, kê, çi, kû, çend, kengê, kîjan“ binivîsîne: Azad ji bavê xwe dipirse. --- ji --- dipirse? Sînemsêvekê dide Gurgîn. --- --- dide ---? Mamostepirtûkekê şanî şagirtan dide. --- --- şanî --- dide? Soroçêleka Remo dibe ser kaniyê. --- ---ya --- dibe ---? Siyamend bi kevçîdew vedixwe. --- bi --- --- vedixwe? Rêberkeça Zîzê ji kurê xwe ra dixwaze. --- --- ji --- ra dixwaze?

  2. 1- Di van hevokên jêrîn da li cihê vala “kî, kê, çi, kû, çend, kengê, kîjan“ binivîsîne: Ferman çûbû ser çiyayê Evdalkovî. --- çûbû ser --- çiyayî? Fehlemez li Sêrtê diçe dibistana destpêkî. --- li --- diçe --- dibistanê? Serbestpez bir zozanan. --- --- bir ---? Behzadnameyekê ji Gulê ra dinivîsîne. --- --- ji --- ra dinivîsîne? Destan12 salan di zîndana Amedê da ma. --- --- salan di --- da ma? Rewşen ji Ciwan û Evînê ra mijarekê şîrove dike --- ji --- û --- ra --- şîrove dike?

  3. 2- Di cihên vala da “daçek, pêşdaçek, paşdaçek”-e binivîsîne: • Ez sê caran --- Dêrîkê --- derbas bûme. • Bavê Besê hefteyekê --- roj û hefteyekê --- şev dixebite. • Berfîn --- Gulnazê --- bihostekê mezintir´e. • Min nîgareka nû --- dîwarê odeya xwe --- daleqand. • Ew --- zimanê kurdî baş nizane, lê --- erebî bilbil´e. • Deysem --- Gulşînê hezdike û --- wê --- hestên xwed derdibire. • Wî hinek tirî --- mêwê kir, --- avekê şuşt, xist laliyekê û --- ber rûnişt. • Dilê Nazê hinekê ---- Sînemê mabû, --- lew --- bersiva wê --- serê zimên da. • Em --- Amedê --- otobûsê --- Batmanê ---- çûn Heskîfê.

  4. 2- Di cihên vala da “daçek, pêşdaçek, paşdaçek”-e binivîsîne: Me --- Keleha Horî, --- ber ava Sarisabûnê demeka xweş --- hev --- derbas kir. Em --- balafirê --- Beyrûtê --- ser Şamê --- çûn Hewlêrê. Em --- zozanên Feraşînê --- bedewiya suriştê, --- bihna sûsin û pûjanan mest bûn. Ferhad --- Beyazîdê hat Mûşê û --- pey --- çû Tatwanê. Mitê henarê --- sola Xemgîn --- çû. Rûkenê --- nanê germ pincar dixwar û --- ber --- --- kevçiyekî darî dew vedixwar. Kumê Reşo --- piskulk bû û şala jina wî --- surme bû.

  5. 3- Di van hevokên jêrîn da cihê vala bi pronavên “yê, ya, yên” dagire: • Mirovê porsipî __ ku te li komela karkeran __ bajarê Hamburgê dîtibû birayê Cemşîdê Xerzî bû. • Serokê baskê ciwanan __ rêxistina Azadî __ Başûrê Kurdistanê hat Colemêrgê. • Seroka komîsiyona jinan __ bajarê Wanê bi serokê komela karkeran __ Geverê ra hat Batmanê.

  6. 3- Di van hevokên jêrîn da cihê vala bi pronavên “yê, ya, yên” dagire: Keça serokkomarê Îranê __ berê __ ku berî du rojan qezayeka tirafîkê kiribû di nexweşxaneyeka Tehranê da __ ku di dema bavê wê da hatibû avakirin mir. Navê xwîşka birayê Cemşîd __ ku li Amedê hat şahiya me çi bû? Navê xwîşka biçûk __ sêsalî __ rojnamegerê Azadiya Welat __ ku her roj di beşê çandî da dinivîsîne û __ ku em berî mehekê vexwendibûn mala xwe çi bû?

  7. PEXŞAN (nivîskar Rûkiye Ozmen) Pêtên agirê bê dû xwe di nava hinavên wê de hildiavêtin, pêlên janê çemê kezeba wê dipijandin, jiyan ji ronahiyê dûr, di nava tariyê de mabû. Li dora xwe dimeyizand, çavên xwe li malê digerandin, ji bo ku malê bibîne. Lê mal wer wêran kiribûn, ku dîwarên hewşê û ode ji hevdu nedihatin naskirin, hêkên çûkan bi serê serdoran ve perçiqîbûn, keleşkorkên hacîreşkan bi zikê ber malê ve hişk bûbûn. Werîsê deydikên zarokan ji stûnan qetiyabûn. Meşk bi lewlebanên xwe ve çiriyabûn, nivînên ji liva berxan li ser yanan bûbûn şikêra toza reş. Embarên genim û ceh, kuwareyên nîsk û êrd berdabûne erdê, şekir û dema çayê tev li hevdu kiribûn, rûnê malê helandibûn, bi ser werkiribûn û bi darikekî kuftikê agir berdabûnê.

  8. Ka di kadînan de kizirî bû. Baxçika ji lûfik û gorên rêsî, ku hên cihêzê bûkaniya wê têde bû di sindoqê de li ser astêr pêçava agir pêketibû. Çavên wê mîna du pizotan diçirisîn û dûmana ku bi ser gund ketibû, bûbû fetisandina paşeroja hêviyên zarokan. Qijêna agir şax û guliyên darên hurmî û darên zerdeloyan bi tîrên reş birîndar kiribûn, sozên keç û lawên hezkirî giriyabûn. Jiyan li ser wê bihuşta cîhanî bi birîndarî zorî koçkirinê bûbû. Lê di dilê xwe de hêvî hilgirtibûn, dilê wê li kolan û bênderan neqiş bûbû.

  9. Ne taviyên biharê yên bi şape, ne jî qijêna kelegerma havînê û babelîsoka har nikarîbûn şopên lingên wê, awirên çavên wê û hestên dilê wê ji wan kolanan winda bikin û bidin nixumandin. Ne jî şûrê înkarê karîbû wê hêza girêdana wê´ya bi wir ve bibire. Tewê goştê sînga wê bûbû ji ava jêderên wan kaniyan; nefesa xwe ji bayê berbangê dikişand. Evîna wê ji birûskên taviyên biharê bû, li wir ketibû. Vîna wê ji bilindbûna wan stêrkên ku li ser serê wê digeriyan bû, berî ku bi xwe zanibe, bi wê axê re bûbû yek. Derna ku jê dûrketibû bûbû xerîbê hebûna wê û li xwe digeriya, dilê wê êşiyabû û ew bi ser xwe de kişandibû; bi benê ne xuyayî, bi gihîştina wir, ji nû ve, xwe di zikê jiyanê de himbêz kir. Bi baweriya xwe´ya bê hempa, dest avête tevşo û temelê dîwarê xwe kûr kola, berê reş nijinand û ji axa sor dot, serî bi şaxên berowan ava kir, li hewşê dareke çam çand û ji nû ve dest bi rêwîtiya jiyanê kir.

More Related