1 / 12

Hevot – 02 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

Hevot – 02 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe: 1) Hevok bi tîpa mezin dest pêdikin. 2) Hevok bi xalikê (nuxtikê) bi dawî dibin. 3) Her serenavek bi tîpa mezin dest pêdike.

alyn
Download Presentation

Hevot – 02 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe:

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Hevot – 02 Avakirina hevokan. Berî ku em dest bi avakirina hevokan dikin, emê bînin bîra xwe: 1) Hevok bi tîpa mezin dest pêdikin. 2) Hevok bi xalikê(nuxtikê) bi dawî dibin. 3) Her serenavek bi tîpa mezin dest pêdike. 4) Piştî xalecot(:) , xalepirs(?) û xalebangê(!) tîpa mezin tê nivîsandin. 5) Ji bilî van, hemû peyvên din bi tîpên hûr tên nivîsandin. 6) Bê guman, her peyvek, ji aliyê vekîtê va, divêt rast bê nivîsandin. Heger mercek ji van mercên 1 heya 6 bê binpêkirin, hevok wek hevokeka çewt tê hejmartin.

  2. A1) Her sê peyvan ji van peyvên jêrîn têxe hevokekê: • bazar, bajar, kirîn • hînbûn, dotin, firotin • avahî, xwendegeh, xewn • keç, jîr, bedew • derman, dem, dev • serma, sema, kirin • kereng, gund, pir

  3. A) Avakirina hevokan. • A1) Bersiv, tenha wek nimûne: • Li bajarê me roja çarşemê bazar heye, gel pêwîstiyên xwe dikire. • Keça cîranên me hînbûye şîr bidoşe, bike mast û bifiroşe. • Fîdan gelek westiyabû, ew li avahiya xwendegehê di xew va çûbû û xewnek jî dîtibû. • Dayîka kejê digot: Ez bi gorî vê keça jîr û bedew bim. • Dema ew nexweş dikeve nikare derman têxe devê xwe. • Zîlan ji ber sermaya xurt nikare semayê bike. • Li binaniya gundê wan kereng pir´in.

  4. A2) Her du têgînan ji van têgînên jêrîn têxe hevokekê: 1 bejna zirav, çavên belek 2 barê giran, doza welat 3 gula corî, bihara rengîn 4 lêvên tenik, simbêlên badayî 5 firavîna dereng, goştê berxan 6 aşê avê, dema berê 7 zendên badayî, xortên kurdan

  5. A2) Bersiv, tenha wek nimûne: 1 Keçên Hesarê bejinzirav û çavbelek´in. 2 Barê me giran´e, ji ber ku doza welatê me hên çareser nebûye. 3 Li Kurdistanê bihara rengîn zû destpêdike û gulên corî serî hildidin. 4 Keçên melêvtenik´in û xortên me simbêlbadayî´ne. 5 Îro firavîna me dereng ma, lê belê goştê berxan pir xweş bû. 6 Dibêjin dema berê li Kurdistanê aşên avê pir bûn. 7 Xortên me kurdan zendbadayî´ne.

  6. B) Cihê van peyvên jêrîn biguhêre, ku hevokeka rast û durist bê avakirin: 1- li, di, payîzê, mehên, Amedê, pêşbirka, da, pêktê, zebeşan. 2- meta, Nesrîn, Xunav, û, xwe, bi, ra, Hemko, çûbûn, Dêrîka. 3- hên, jî, bêyî, Başûr-Rojava, Kurdên, TV-ê,kanaleka, ne. 4- zimanê, di, kurdî, Viyan, karê, ber, xwe, ra, dibe, hînî. 5- pêşiyan, dibêje:, pendeka, gewir, tirsok, Dilê, sîngê, nabîne. 6- Botan, bi, Cizîra, darên, nav, bi, û, bîşengan, denge. 7- mest, awirên, bi, ez, belek, çavên, bûm. 8- me, kurdan, dewlemende, pir, folklora, rengîn, û.

  7. B) Bersiv: 1- Di mehên payîzê da li Amedê pêşbirka zebeşan pêktê. 2- Nesrîn û Xunav bi meta xwe ra çûbûn Dêrîka Hemko. 3- Kurdên Başûr-Rojava hên jî bêyî kanaleka TV-ê´ne. 4- Viyan di ber karê xwe ra hînî zimanê kurdî dibe. 5- Pendeka pêşiyan dibêje: Dilê tirsok sîngê gewr nabîne. 6- Cizîra Botan bi darên bîşengan bi nav û deng´e. 7- Ez bi awirên çavên belek mest bûm. 8- Folklora me kurdan pir rengîn û dewlemend´e.

  8. Girtina Pîrhebokê Li herêma Çiyayê Kurmênc, li gundê Feqîran Mala Îbê Îskanêmaleka naskirî´ye. Dibêjin, rojekê ji rojên Xwedê, Îbê Îskanê dema berbangê arvanê xwe barkir ku here êş. Ew gihîşt devê geliyekî, ku av têra diherikî û li herdu aliyan kelem, giya û pûş hebû. Ji nav kelem û giyayê ber avê dengek hat guhê wî. Deng dengê du jinan bû, ku bi hev ra dipeyivîn û digotin: "Lê Şengê were! Zû bike û bilezîne, em xwe bigihînin mala Îbê Îskanê, berî zarokê bûka wan çêdibe, daku em xwe bi kevçiyê pelûlê yê pêşîn ra têxin zikê wê û wê biwestînin. Piştî ku Îbê Îskanê ev dengê balkêş bihîst, di cih da serê dewarê xwe ber bi gund va gerand û zû xwe gihande mal. Gava jê pirsîn, çima ew bi arvanê nehêrayî vegeriyaye, wî got: Ez raserî hinekan hatim û ji min ra gotin, ku aş îro betal´e, ew naxebite; ji lew ra, ezê sibe biçim êş.

  9. Ew zûka pirsî û got: Rewşa bûka me çawan´e? Zarokê wê çêbûye yan na? Jêra gotin: Na, ew hên li ber êş û sanciyan´e. Wî got: Piştî ku zarokê wê çêbû, hûnê ti xwarinê nedin´ê, hûn´ê gazî min bikin, divêt ez bi destê xwe pelûlê bidim bûka me. Gava zarokê bûkê çêbû, li gor xwerisk û pirengên me kurdan, pelûlek jêra çêkirin û rabûn bang wî kirin, ku ew pelûlê bi destê xwe bide bûkê. Ew li ber serê bûkê rûnişt, hebanek danî ber xwe, kevçî di pelûlê da kir û ew sê caran bire ber devê bûkê û anî, kevçî nexist devê wê, lê ew bi lez xiste hundirê wî hebanê ku amade kiribû û devê heban bi benekî kîp girêda. Ji kebaniya xwe ra got: De niha werin, êdî hûn pelûlê bidin bûkê.

  10. Lê belê, heban di cih da werimî û tijî bû. Îbê Îskanê rabû ebeyeka kizinî û şûjinek anî, heban dirand û pîrhebok ji hundirê heban derxist. Wî zûka ew girt, ebeya kizinî lêkir û şûjin di ber ra kir. Bi vî awayî pîrhebok hate zepilandin û nema karîbû bazde. Dibêjin ku ew pîrheboka han heft salan bi vî awayî li ba wan ma, pir kesan ew dît, wê ji wan ra gelek kar û bar dikirin û bi rêdixistin. Pîrhebokê her karek bi çelengî û pisporî dikir û wisa di nava malê da gelek dihate hezkirin; bi taybetî jî ji aliyê Îbê Iskanê va. Di sala heftan da rewş hate guhertin. Li cihê hezkirinê, li hember pîrhebokê dexsî û xwezandin peyda bûbû; jinên malê ji pîrhebokê gelek dibeyicîn. Di jiyana me mirovan da her gav jî wisa bûye; her carê dema li ba jinan dexsî û xwezandin peyda dibe, bobelatek li ber derî´ye.

  11. Piştî wê demê, ji pîrhebokê ra êdî tahm û ceja jiyanê nemabû; ewrên reşetarî, mij û morana kizirî di asoyê jiyana wê da xuya dikirin. Piştî heft salan pîrhebok li ber Îbê Îskanê gelek geriya û jê xwest, ku wê azad bike. Wê got: Ez jî bi mal, bi zar û xwedî´me, min gelek bêriya zarok û xwediyên xwe kiriye. Tevî ku ez dizanim, dibe ku ew min bikujin, dîsa jî ez dixwazim vegerim ba xwedî û zarokên xwe. Ezê li ber wan bigerim, ku li min biborin, lê ez nizanim, ka gelo çarenûsa min ê çi be.Li gor zagon û xweriskên me, cezayê min kuştin´e, ji ber ku divêt ti kes ji cins û nijadê me ti car çewtiyeka wek ya min neke û nekeve destê mirovan; ev yek ji bo me ne rewa´ye. Gava mala Îbê îskanê ev tiştên han bihîstin, ew jî gelek li ber wê ketin û dilê wan pê şewitî.

  12. Wan jî meraq kir, ka çarenûsa wê dê çi be, ewê bê baxşandin yan bê kuştin!.Gotin de baş´e, emê te azad bikin.Pîrhebokê got: Hûnê şûşeyek zeyt bidin min û min li ber goma avê azad bikin. Ezê xwe berdim binê avê, gava ez hatim baxşandin, ezê zeytê birijînim, ewê bi ser avê keve, hîngê ew nîşana baxşandina min´e. Lê heke ez hatim kuştin, hîngê xwîna sor ê bi ser avê bikeve. Roja din li ber destê sibehê, bi gizinga beyanê ra, bi pîrhebokê ra çûn ber goma avê. Êdî dema xatirxwestinê hatibû. Bi hêstir û rondikên germ li ser hinarekên rûyan hevdu hembêz kirin û xatir ji hev xwestin. Îbê Îskanê şûjin ji ber ebeya kizinî kişand û pîrhebok azad kir. Ew zûka noqî bin avê bû û bi carekê ji ber çavan winda bû. Piştî çend xulekan, xwîna sor bi ser avê ket…

More Related