1 / 17

Stranên Sivik Hin taybetmendî û mercên hûnandina stranên sivik Ahengî

Stranên Sivik Hin taybetmendî û mercên hûnandina stranên sivik Ahengî

gezana
Download Presentation

Stranên Sivik Hin taybetmendî û mercên hûnandina stranên sivik Ahengî

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Stranên Sivik • Hin taybetmendî û mercên hûnandina stranên sivik • Ahengî • Her stranek xwedî ahengeka taybet´e. Ji aliyê peyvan va, strana sivik mîna helbesta pîvayî´ye. Wek her helbesteka pîvayî, hejmara kîtên malikên helbestê li gor ahenga wê tê parastin û dubarekirin. Hejmara kîtên malikan dikarin mîna hev bin, yan jî ji hev cuda bin. Wek nimûne, hejmara kîtên malikan dikarin pênc bi pênc, şeş bi şeş, heft bi heft, heyşt bi heyşt, ... Yan jî pênc bi şeş, şeş bi heft, heft bi heyşt, ... Yan jî berevajî van hejmaran bin. Di hin helbestan da – wisa di stranên sivik da jî – hin caran serdor tên bikaranîn, ku ew piştî her şaxeka helbestê(strana sivik) tê dubarekirin.

  2. Nimûne 1: Nimûne 2:Here law law Tosina Gula zer gerdenê zer_ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ Were law law Tosina Dêmê top û gilover_ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ Sêvgulyê canî mina Qorê zêra berda ser_ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ Gundê me çî mezina Mîna berfa çayê gewr_ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ Ez geryam ser û bina Siya zinarê da ser_ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _ _

  3. Ahenga dawî (qafiye) Ahenga dawî gelek girîng´e û her helbesteka pîvayî bi gelemperî bi wê tê naskirin. Ahenga dawî, yan li dawiya her malikekê tê danîn, yan jî li dawiya her du malikan; hin caran jî piştî sê yan jî çar malikan. Hin helbest hene, ku ahenga dawî(qafiye) ji destpêka helbestê heya dawiyê tê parastin. Hin helbestên din jî hene, ku piştî her du, sê, çar,... malikan ahenga dawiyê tê guhertin û yeka nû tê bikaranîn. Lê belê stran bi gelemperî bi dirûvê şaxan tên hûnandin û her şaxek xwedî qafiyeyeka cuda´ye. Hin dengbêj hene, gava qafiyeya stranê diguhêrin, bi peyvên wek, dilê min dêr´e, dilê min li yan´e, dilê min dîn´e, dilê min diye, ... dest bi şaxa nû dikin.

  4. 3)Awaz Li gor tekta ku dengbêj dide kîtan, ew dikare ji her helbestekê ra çend awazên têvel biafirîne. Lê belê her awazek li her helbestekê nayê; ji her helbestekê ra tenê hin awaz gengaz û mimkin´in. Yanê bi gotineka din, hejmara awazên gengaz û mimkin ji her helbestekê ra bi sînorkirî´ye. Em bixwazin-nexwazin hejmara kîtên malikan û ahenga dawî tenha hin rêyên taybet li ber awaz vedike.

  5. 4) Zimanê stranê û estêtîka peyvan Çiqas rola ziman û estêtîka peyvan di stranên sivik da ne mîna rola wan di destan û stranên giran da be, dîsa jî çiqas zimanê helbest û stranê bilind û rewan be, ewqas jî stran xweş tê bihîstin û ji aliyê guhdaran va tê pejirandin. Ji hêla din va, çiqas rola tektan di stranê da xurt be û teperep pir be, ewqas jî rola ziman û estêtîka peyvan kêmtir dibe, ji ber ku yên guhdar nema ziman û peyvan fêhm dikin. Di gelek stranan da, ku ji wan ra „yên nûjen“ dibêjin, mîna stranên ewropayî û yên rojavayî bi giştî, rola maneya peyvan bi temamî winda dibe; rola dengê dengbêj mîna rola amûrek ji amûrên mûzîkê´ye. Di stranên wisa da maneya peyvan qet ne girîng´e, ji ber ku her û her ew ji aliyê guhdaran va nayên fêhmkirin. Di stranên welatên Rojhilata Navîn da, ji ber kevneşopiya dîrokî, rola peyvan û maneya wan hên jî li pêş´e.

  6. 5) Mijarên stranên sivik Helbet mijara piraniya stranên sivik evîndarî´ye, ku emê di vê nivîsê da bêhtir li ser wê rawestin. Ji bilî evîndariyê, mijarên neteweyî, arîşeyên civakî, pesin, dijûn û hwd., jî hene. Rola evîndariyê di stranan da roleka bingehîn´e. Bi dirêjahiya heyamên dîrokî, derbirîna hestên evîndariyê û daxuyakirina nîşanên rindbûn û bedewiyê di wêje û toreya gelan da bûne dibistanên serbixwe. Gava em bala xwe bidin dîroka wêjevaniya kurdî, em dibînin ku helbestvanên me yên klasîk wek Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî û gelekên din, felsefeya sofîzmê di helbestên xwe da wek şêwaz bi kar anîne. Sofîzim ew felsefe´ye, ku derbirîna pesin û evîna ji Xweda bi rêya derbirîna hestên evîndarî û daxuyakirina rewişt û nîşanên bedewiyê yên periyeka nîgaşî yan jî keç û jineka bedew tîne ziman.

  7. Ev ramana han di dîroka mirovatiyê da gelek kevar´e. Kevintirîn şaristaniya mirovayetiyê, ku di axa Kurdistanê da li Newala Çorî hatiye dîtin, ji me ra dide xuyakirin, ku berî 11.000 sal mirovan peykerên Xweda bi dirûvê jineka bedew afirandine.Ji lew ra, bikaranîna hestên evîndarî û daxuyakirina rewiştên bedewiyê di stranên me yên gelêrî da ne ji demeka nêzîk da peyda bûye. Gava em vê hêmana kevnar di stranan da bi kar tînin, nayê wê maneyê ku em strana xwe li ser keç yan jî jineka tayabet dibêjin. Helbestvanê me´yî neteweyî Cegerxwîn pir caran ji me ra Kurdistan wek keçeka bedew daye xuyakirin, ku dema em van helbestan dixwînin, em hemû dibin evîndarên wê. Şepal û şeng û şox û naz û gewr´î Gelek şêrîn û rind û pir ciwan´î Du birhên te kevanê Rustemê Zal Du zulfên te ji tîrên qehremanî Di sînga te kitêba Zendewista Memik ferfûr´e têde neqşê Manî

  8. Werin em jî li ser vê şopa bav û kalan, dayîk û dapîran stranekê bihûnin. Werin em jî hezkirin û evîna xwe ji welat ra bi rêya derbirîna hestên evîndarî û daxuyakirina nîşan û rewiştên bedewiyê yên periyeka nîgaşî bidin xuyakirin. Ka em wek nimûne ji herêma Çiyayê Kurmênc dest pêbikin. Berî em dest bi hûnandina stranê bikin, ka em ji xwe ra ahengiyeka 7 kît bi 7 kîtan hilbijêrin. Nimûne: Lê lê lê lê lê lê lê (bilind)_ _ _ _ _ _ _ Lê lê lê lê lê lê lê (nizim)_ _ _ _ _ _ _ Yanê bila malikên stranê heft kît bin û bila her şaxeka stranê jî ji 6 malikan be.

  9. Yara mina Robarî Rinda mina Robarî Ji jor va hatî xwarî Kil ji çavan dibarî Sibê heya êvarî Dil û cerga min xwarî Yara mina Şêrewî Rinda mina Şêrewî Pir xweşik û bedewî Çavxumarî li xewî M´dest avêtî guliya Bi ser min da ditewî

  10. Yara mina Şikakî Rinda mina Şikakî Pir nazik û tirakî Hem jîr û hem çalakî Çi´bkim ji dest vê yarê Her rojekê b´awakî Yara mina Cûmî´ye Rinda mina Cûmî´ye Porsor û şeşgulî´ye Memik sêv û hurmî´ye Ji ber germa havînê Rûyê gewr genimî´ye

  11. Yara mina Amkî´ye Rinda mina Amkî´ye Bejin zirav bûkî´ye Rû heyv û lêv lûkî´ye Ax ji derdê wê yarê Negot lawko tu kî´ye Yara mina Heyştî´ye Rinda mina Heyştî´ye Ne Cûmî û ne deştî´ye Nûgihayî û gîştî´ye Ji awirên wê yarê Dilê min biriştiye

  12. Yara mina Xastî´ye Rinda mina Xastî´ye Rûgewr û term sipî´ye Rûnê nav wî mastî´ye Nêrîna çavên belek Dil û ceger gestiye Yara mina Şêxî´ye Rinda mina Şêxî´ye Şêrîn´e kurdaxî´ye Lêvşeker û xoxî´ye J´min ra nebû kebanî Jêra nebûm malxî´ye

  13. Yara mina Bîyî´ye Rinda mina Bîyî´ye Nazik û wek perî´ye Bejinzirav sewlî´ye Çi´bkim ji dest vê yarê Ji evînê tim tî´ye Yara mina Êzdî´ye Rinda mina Êzdî´ye Wek zêrê reşadî´ye M´l Kurdistanê dîye Çi´bkim ji dest vê yarê Bi gazin û gilî´ye

  14. Yara mina Efrînî Rinda mina Efrînî Pir nazik û şêrînî Xwîna min dikelînî Ramûsana wê yarê Birînan dikewînî Yara min Qamûşlokî Rinda min Qamûşlokî Tov ji jor´e bagokî Memik sêv û bihokî Çi´bkim ji dest vê yarê Pir fedok û şermokî

  15. Yara mina lê lê lê Rinda mina lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Yara mina lê lê lê Rinda mina lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê

  16. Yara mina lê lê lê Rinda mina lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Yara mina lê lê lê Rinda mina lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê

  17. Yara mina lê lê lê Rinda mina lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Yara mina lê lê lê Rinda mina lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê Lê lê lê lê lê lê lê

More Related