1 / 7

Pêwendiya dengdêran û nîvdengdêran

a. e. w. h. o. i. u. û. y. î. ê. Pêwendiya dengdêran û nîvdengdêran. Kelijandin

walter
Download Presentation

Pêwendiya dengdêran û nîvdengdêran

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. a e w h o i u û y î ê Pêwendiya dengdêran û nîvdengdêran

  2. Kelijandin Gava di gotinekê da du dengdêr li pey hev tên tiştekî wek "dijayetiya dengan" çêdibe. Daku em bi hêsanî ji dengdêrekê derbasî ya din bibin, em nîvdengdêrekê dixin navbera wan. Em ji vê diyardeyê ra “kelijandin” dibêjin. Wek tê zanîn, di zimanê me da sê tîp hene, ku em wan wek nîvdengdêr bi kar tînin: y, w, h Li gor nêzîkahiya herdu dengdêrên ku li pey hev hatine, ji kîjan nîvdengdêrê va, em wê nîvdengdêrê dixin navbera wan. Bi gelemperî nîvdengdêra “y” vê rolê dilîze, lê hin caran nîvdengdêrên “w” û “h” jî tên bikaranîn.

  3. Hin nimûne:tenê “y” • bayê sar, • keyayê gund, • rêya dûr, • tenê “w” • a. ew bawî bûye (ji gotina „ba“ pêkhatiye) • b. ew tawî bûye (ji gotina “ta” pekhatiye) • „y“ yan jî „w“ • Xwedêyo, Xwedêwo • birayo, birawo

  4. “y”, “h” • paleya genimê sor, paleha genimê sor • ez tirsiyam, ez tirsiham • ez pê hesiyam, ez pê hesiham • “y”, “w”, “h” • a. ziya bûye, ziwa bûye, ziha bûye • b. duyem, duwem, duhem

  5. Qeyda kurtahiyê di zimanê me da • Gava bêjeyên ku bi dengdêran diqedin têne veqetandin yan jî tewandin – bi sedema peydabûna du dengdêran li pey hev – kelijandin pêktê. • Hin nimûne: • Ka em pêşî peyvên „mase“, „mamoste“, û „pêşmerge“ li ber çav bigirin. • Veqetandin: Maseya xwarinê, mamosteyê me, pêşmergeyên Kurdistanê • Tewang: Li ser maseyê, ji bo mamosteyan, serekê pêşmergeyan • Em pir caran – bi taybetî jî di zimanê devkî da – van nimûneyên jorîn bi vî awayê kurt dibêjin: • Veqetandin: Masa xwarinê, mamostê me, pêşmergên Kurdistanê • Tewang: Li ser masê, ji bo mamostan, serekê pêşmergan

  6. Gava em kurtahiyeka wisa pêktînin, em tîpeka rayekî û tîpa kelijandinê ji bêjeyê davêjin. Heke ew peyva ku em kurt dikin ji kesê xwendevan ra peyveka naskirî be, bi rastî jî nîgeran û sergerdan nabe. Lê belê ka em hin nimûneyên din li ber çav bigirin: • Hin nimûne: • - Ka em vê carêpeyvên „wane“, „pile“, û „bêje“ li ber çav bigirin. • Veqetandin: Waneya çaran, pileya pêşîn, bêjeyên zimanê kurdî. • Tewang: Naveroka waneyê, vê pileyê, tîpa dawiya bêjeyan. • Heke em vê carî jî van bêjeyên li jor, li gor qeyda zimanê devkî, dîsa bi awayê kurt bêjin, hîngê: • a) Veqetandin: Wana çaran, pila pêşîn, bêjên zimanê kurdî. • b) Tewang: Naveroka wanê, vê pilê, tîpa dawiya bêjan. • Em dibînin, ku gava em vê carê bi awayê kurt dibêjin, naveroka peyvan baş nayê têgihîştin. Bi gelemperî – ya here baş ew´e, ku di zimanê nivîskî da, ji bilî hin awarteyan, kurtahî neyê bikaranîn. Di stran û helbestên pîvayî da – bê guman li gor pêwîstiyê – kurtahî divêt her rewa û gengaz be.

  7. Divêk (wezîfe): Van bêjeyên ku bi dengdêran temam dibin, carekê veqetîne û carekî jî bitewîne. Di pey ra bêje, ka heya kîjan radeyê kurtahî gengaz û rewa´ye. Nimûne: rade, netewe, perde, peya, derya, bade, giya, çiya, meywe, fêkî, leke, ba, ga, tane, kevçî, kofî, qumrî, zerî, kerî, perî, pûrî,borî, lûle, belete, selete, arîşe, arzû, ...

More Related