1 / 14

Birên peyvan Navdêr, veqetandek, jimarnav, pronav, lêker,

Birên peyvan Navdêr, veqetandek, jimarnav, pronav, lêker, rengdêr, hoker, daçek, gihanek, baneşan. Pêncên pêşîn guhêrbar´in. Navdêr: Sînem, Ferat, baran, welat, Kurdistan, xebat. Veqetandek: ê, a, ên, î. Jimarnav: yek, pênc, bîst, sed, hezar, nîvyek, pênc bi pênc.

Download Presentation

Birên peyvan Navdêr, veqetandek, jimarnav, pronav, lêker,

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Birên peyvan Navdêr, veqetandek, jimarnav, pronav, lêker, rengdêr, hoker, daçek, gihanek, baneşan. Pêncên pêşîn guhêrbar´in. • Navdêr:Sînem, Ferat, baran, welat, Kurdistan, xebat. • Veqetandek:ê, a, ên, î. • Jimarnav:yek, pênc, bîst, sed, hezar, nîvyek, pênc bi pênc. • Pronav:ez, tu, ew, em, hûn, yên, min, kî, kê. • Lêker:çûn, hatin, revîn, revandin, ketin, birin.

  2. Pêncên paşîn ne guhêrbar´in. • Rengdêr: sor, gewr, mezin, nû, nizim, bilind, rind. • Hoker: îro, duhî, jor, jêr, niha, belê, bes. • Daçek: bi, ji, di, li, di....de, ji.....re, berî, piştî. • Gihanek: û, an, lê, wek. • Baneşan: lê, lo, ax, wax, wey, ox. Di hevokan de, bi gelemperî, her peyvek ji van peyvan bi tenha serê xwe tê nivîsandin, ji bilî hin awarteyan.

  3. Birên Navdêran Em navdêran jî dikin du bir: Serenav û hevenav. Serenav: wek van peyvan:Ferhad, Gulnaz, Sîpan, Bedlîs, Amed, Ferat, Xabûr, Kurdistan, Ewropa, … (tîpa destpêkê mezin tê nivîsandin). Hevenav: wek van peyvan:dotmam, pismam, çiya, çem, welat, met, pûrî, dil, evîn, hest, kovan, …(tîpa destpêkê jî biçûk tê nivîsandin).

  4. Zayendê Navdêran • Di Kurmancî de du zayend hene:Zayendê nêr û zayendê mê. • Zayendê nêrwek:Azad, Behzad, Fehlemez, Ferat, Gurgîn, law, nêrî, kevir, kerî, xanî, Efrîn(çem), çiya, goşt, dest, ling, mil, serî, tirî, zebeş, derî, … • Zayendê mêwek:Gulnaz, Gulperî, Gulşîn, Rewşen, Sînem, kebanî, Amed, Mûş, Bedlîs, Wan, Efrîn(bajar), mirîşk, kanî, sêv, keç, met, pûrî, ….

  5. Hin navdêr hene, li gor kesên ku dinimînin, dikarin yan nêr bin yan jî mê bin wek: heval, dost, yar, neyar, dijmin, endam, serek, serok, …Wek nimûne:Heke heval xortek be, hîngê bi awayê nêr tê bikaranîn - hevalê min.Heke heval keçek be, hîngê bi awayê mê tê bikaranîn - hevala min. • Hin navdêr jî hene, li gor maneya wan, dikarin yan nêr bin yan jî mê bin wek: dar;heke bi maneya dara şîn be, hîngê mê´ye – Vê darê bibire! Heke bi maneya darekî hişk be, hîngê nêr´e – Vî darî bibire!

  6. Divêt em di Kurmancî da zayendê navdêran wek rewişt û taybetmendiyekê tê bigihînin. Bikaranîna vê taybetmendiyê di ziman da bi ti awayî ne li gor taybetmendiya nêr û mê ya biyologî´ye. Ji wê bêhtir, li gor têgihîştina me´ya gelemper, bi rewişt û xweseriyên heyberên nêr û mê va girêdayî´ye. Ji lew ra, heke xweseriyên wek nerm, xweşik, tenik, zirav, lawaz, … li ser heyberekî yan di tiştekî da hebin, ew heyber yan ew tişt wek mê tê dîtin. Lê heke ew xweserî hişk, xurt, stûr, tund, ….bin, hîngê ew heyber yan jî ew tişt we nêr tê dîtin.

  7. Me peyva « dar » wek nimûne anîbû û gotibû, heke ew bi maneya dara şîn be, ji ber ku ter û nerm´e, ew wek mê tê dîtin. Lê gava ew dar bi xwe hişk bibe, hîngê wek nêr tê dîtin. Em dikarin navdêrên « savar » û « girar » jî wek nimûne bînin ber çavan. Ji ber ku « savar »hişk´e, ew nêr têye dîtin. Lê belê gava tê kelandin û nerm dibe, dibe « girar » û wisa wek mê têye dîtin. Daku em bidin selimandin û îspatkirin, ku têgihîştina nêr û mê di Kurmancî da tenha rewişt û xweserî´ye, û bi taybetmendiya biyologî va ne girêdayî´ye, em´ê hin nimûneyên din jî bidin:

  8. Em bêjin ku navê keçekê « Xec »´e. Gava ku « Xec » hîna xweşik, bedew, şeng û şepal´e, em wek « Xecê » gazî wê dikin. Lê gava « Xec »pîr dibe, porsipî dibe û rûyê wê diqermiçe, em wek « Xeco » gazî wê dikin. Her wisa jî, Eyşê dibe Eyşo, Fatê dibe Fato, Meyrê dibe Meyro… • Li ser vê bingehê jî, gava rewşa Misto, Heso, Seydo û Xelo baş be, em wan wek navdêrên nêr dibînin. Lê belê, gava nexweş dikevin û rewşa wan lawaz bibe, em bi awayê Mistê, Hesê, Seydê û Xelê gazî wan dikin. Em dizanin ku ew mêr´in, lê ji ber rewşa wan ya lawaz, em rewişta mê diavêjin ser wan.

  9. Nêr û mê di rewşa rewayî (mecazî) da • Gava em bi mecazî navdêrekî nêr dixin cihê yekî mê, hîngê – tevî ku navdêr nêr´e – em zayendê mê bi kar tînin, ji ber ku mebesta me navdêrê mê´ye. Nimûne 1: • Dayîk dixwaze gazî keça xwe ya bi navê « Viyan » bike. • Heke ew rasterast gazî wê bike, dê bêje:Viyana min were! • Lê heke ew bi mecazî gazî Viyanê bike, li cihê navê wê peyva « dil » bi kar bîne, dê bêje: • Dila min were!

  10. Wisa em dibînin – tevî ku zayendê navdêrê « dil »nêr´e (dilê min) – ew bi mecazî bi rewişta mê hatiye bikaranîn, ji ber ku mebest « Viyan »´e û ne dil´e. Kesên ku zimanê me baş nizanin, bawer dikin, ku dayîka Kurd li vir çewtiyekê dike, gava dibêje « Dila min were! ». Lê belê, li gor vê qeyda mecazî, dayîka Kurd rast dibêje. • Nimûne 2: • Vê carê dayîk dixwaze gazî kurê xwe « Siyamend » bike. • Heke ew rasterast gazî wî bike, dê bêje:Siyamendê min were! • Lê heke ew bi mecazî gazî Siyamend bike, li cihê navê wî peyva « ceger » bi kar bîne, dê bêje: • Cegerê min were!

  11. Tevî ku navdêrê « ceger » mê´ye, lê ji ber ku di cihê « Siyamend » da hatiye bikaranîn, zayendê nêr standiye. Nimûne 3:Em bala xwe bidin malikeka helbesta Melayê Cizîrî, ya bi sernivîsa « XANIM » gava dibêje:Gulê baxê îremê Bohtan´im Şebçiraxê şebên Kurdistan´im Kesên ku nizanibin, dê bawer bikin, ku Melayê Cizîrî li vir çewt dibêje. Li gor wan, ji ber ku navdêrên «gul » û «şevçirax »mê´ne, diviyabû Mela Cizîrî bigota:Gula baxê îremê Bohtan´im Şebçiraxa şebên Kurdistan´imLê ji ber ku Melayê Cizîrî navdêrên «gul » û «şevçirax » bi mecazî di cihê navê xwe da bi kar anîne, taybetmendiya nêr avêtiye ser wan.

  12. Mêjerê Navdêran • Mêjer ew xweserî´ye, ku navdêr heybereka bi tenê yan pir heyberan dinimîne.Di zimanê kurdî da du mêjer hene:Yekejimarûgelejimar. • Yekejimar: Navdêr yekejimar´e, gava kesekî/ê yan tiştekî bi tenha serê xwe şanî me dide. • Çend nimûne: Pismam çû ba dotmamê. Ez xortekî qehreman nasdikim; navê wî Kawa´ye. Ez kurdekî ji bakur nasdikim; navê bavê wî Temo´ye. • Gelejimar: Navdêr gelejimar´e, gava pir kesan an pir tiştan şanî me dide. • Çend nimûne: Sê kurên wî hene. Du keçên min hene. Pênc zarokên Temo û Gulê hene.

  13. Naskirina Navdêran Binavkirî (nas) kur hat, xanî hilweşî, pismam mir, wî masî girt, zarok winda bû, baran dibare. keç hat, wî mal kirê kir, dotmam çû, li paş malannewal heye, teşî şikest. pismamê min, çiyayê dûr, mala wan, dotmama te, newala kûr, birînaHesenêAlê. xortê hêja, xaniyê mezin, pismamê wî, çiyayê bilind, gundêHeştan, çiyayê Cûdî. keça bedew, mala nas, dotmama te, newala kûr, teşiya pîrê, deşta Heranê. Ez mirovên hêja nasdikim. Ew xaniyên mazin avadikin. Deh malên ji bakur li bajarê me hene. Pîra Torêserpêhatiya Aleqemşê ji me ra got.

  14. Naskirina Navdêran nebinavkirî (nenas) kurek hat, xaniyek hilweşî, pimamek mir, wî masiyek girt, baranek barî. keçek hat, wî malek kirê kir, dotmamek çû, li paş malan newalek heye, teşiyek şikest. pismamin min, çiyayin dûr, malin wan, dotmamin te, newalin kûr xortekî hêja, xaniyekî mezin, pismamekî wî, çiyayekî bilind keçeka bedew, maleka nas, dotmameka te, newaleka kûr, teşiyeka pîrê (keçeke bedew, maleke nas, dotmameke te, newaleke kûr, teşiyeke pîrê) Ez mirovina hêja nasdikim. Ew xaniyina mazin avadikin. Malina ji bakur li bajarê me hene. (Ez mirovine hêja nasdikim. Ew xaniyine mazin avadikin. Maline ji bakur li bajarê me hene.)

More Related