1 / 10

Be ş û Komên Lêkeran ( A – Lêkerên gerguhêz û negerguhêz)

Be ş û Komên Lêkeran ( A – Lêkerên gerguhêz û negerguhêz) Lêkerên zimanê me – wisa yên zimanên din jî – ji aliyê rola wan di hevokan da bi du be ş an têne parvekirin: Lêkerên gerguhêz û lêkerên negerguhêz . 1 – Taybetmendî û xweseriyên lêkerên gerguhêz ew´in, ku

mika
Download Presentation

Be ş û Komên Lêkeran ( A – Lêkerên gerguhêz û negerguhêz)

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Beş û Komên Lêkeran • ( A – Lêkerên gerguhêz û negerguhêz) • Lêkerên zimanê me – wisa yên zimanên din jî – ji aliyê rola wan di hevokan da bi du beşan têne parvekirin: Lêkerên gerguhêz û lêkerên negerguhêz. • 1 – Taybetmendî û xweseriyên lêkerên gerguhêz ew´in, ku • Bireserekî (objekt), yan ji yekî bêhtir bireseran distînin. • Wek nimûne: • Ez di pencerê ra ketina kuliyên berfê li ser kulîlkên baxê hewşê dibînim. • Ew sê nanan bi şorbê dixwe. • Ew du zebeşan bi destekî hiltîne.

  2. Di Kurmanciya Bakur da, di demên bihurî da, ev beşê lêkeran dibe sedem, ku diyardeya ÊRGATÎV pêk were.Yanê, bi van lêkeran ra, li cihê ku di dema niha û ayendê da bireserên lêkerê têne tewandin, êdî kirar tê tewandin û bireser wek xwe dimînin. Lêker jî li gor bireser tê kesandin. Tenha di hin rewşên awarte da, lêker xwe di gelejimariyê da diavêje ser kirar. • Nimûneyên jorîn bi vî awayî dibin: • Min di pencerê ra ketina kuliyên berfê li ser kulîlkên baxê hewşê dît. • Wî sê nan bi şorbê xwarin. • Wîsê zebeş bi destekîhilanîn.

  3. Beş û Komên Lêkeran • ( A – Lêkerên gerguhêz û negerguhêz) • Lêkerên zimanê me – wisa yên zimanên din jî – ji aliyê rola wan di hevokan da bi du beşan têne parvekirin: Lêkerên gerguhêz û lêkerên negerguhêz. • 2 – Taybetmendî û xweseriyên lêkerên negerguhêz ew´in, ku Di hemû deman da kirar wek xwe dimîne; ew nayê tewandin. • Wek nimûne: • Ez di pencerê ra dikevim hundirê malê. • Ew bi ser şorbê dikeve. • Di demên bihurî da jî kirar nayê tewandin. • Nimûneyên jorîn bi vî awayî dibin: • Ez di pencerê ra ketim hundirê malê. • Ew bi ser şorbê ket.

  4. Beş û Komên Lêkeran • ( B – Lêkerên sade û hevedudanî) • Lêkerên zimanê me – wisa yên zimanên din jî – ji aliyê dirûv(şikil) va di pileya pêşîn da bi du biran têne parvekirim: Lêkerên sade û lêkerên hevedudanî. • 1 – Taybetmendî û xweseriya lêkerên sade ew´e, ku • tenha ji yek peyvê pêktên û ti pêrkît bi wan va tinene. • Wek nimûne lêkerên, • dan, çûn, bûn, ketin, birin, kirin, mirin, hatin, xwarin, bihîstin, lîstin, livîn, pekîn, revîn, birîn, kirîn, firîn, barîn,....û hwd. lêkerên sade´ne. • hinek ji lêkerên sadegerguhêz´in û hinek jî negerguhêz´in. Taybetmendiya sade yan hevedudanî ji taybetmendiya gerguhêz û negerguhêz bi temamî cuda´ye. • Wek nimûne, lêkrên jorîn ku sade´ne, hinek ji wan gerguhêz û hinek jî negerguhêz´in: • Gerguhêz: dan, birin, kirin, xwarin, bihîstin, birîn, kirîn, ... • Negerguhêz: çûn, bûn, ketin, mirin, hatin, lîstin, pekîn, revîn, firîn, barîn,…

  5. Beş û Komên Lêkeran • ( B – Lêkerên sade û hevedudanî) • Em dikarin lêkerên hevedudanî jî bi du biran parvebikin. • 1 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji lêkereka sade û pêrkîteka lêkerî pêktên. Hinek ji pêrkîtên lêkerî yên girîng ev´in: • da, der, hil, ra, ve, vê, ba • Wek nimûne lêkerên wek van, • dadan, derdan, hildan, vedan, badan, derbûn, derçûn, derxistin, vebûn, daketin, derketin, hilketin, raketin, vêketin, dakirin, derkirin, hilkirin, rakirin, vekirin, damirîn, vemirîn, dahatin, derhatin, hilhatin, vexwarin, velîstin, vepekîn, derbirîn, hilbirîn, hilfirîn, ....û hwd. • 2 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji lêkereka sade û hokerekê pêktên. Hinek ji hokerên girîng ku bi lêkerên sade ra lêkereka hevedudanî pêktînin ev´in: • ber, ser, bin, pêş, paş, , • Wek nimûne lêkerên wek van, • berdan, berketin, berkirin, serketin, binketin, binxistin, pêşketin, paşketin, ...û hwd.

  6. Beş û Komên Lêkeran • ( B – Lêkerên sade û hevedudanî) • 3 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji lêkereka sade û rengdêrekê pêktên. Hinek ji rengdêrên ku pir tên bikaranîn ev´in: • sor, reş, pak, xweş, geş, rind, çê, şa, • Wek nimûne lêkerên wek van: • sorkirin, reşkirin, pakkirin, xweşkirin, geşkirin, rindkirin, çêkirin, şakirin, sorbûn, reşbûn, pakbûn, xweşbûn, geşbûn, rindbûn, çêbûn, şabûn, ...û hwd. • 4 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji lêkereka sade, ji daçek û pronavekî ku bi hev ra biwêjeka lêkerî pêkanîne. • Wek nimûne, • Ew bizimanê almanîzane. Ew biwî zimanî zane. Ew pêzane. pêzanîn. • Em bi cejna Newrozê şadibin. Em bi wê şadibin. pêşabûn. • Mempiyalek av ji Zînê dixwaze. Ew piyalekê ji wê dixwaze. Ew jê dixwaze. jêxwastin. • Zîngulekê ji darê dike. Zîngulekê jêdike. jêkirin.

  7. Beş û Komên Lêkeran ( B – Lêkerên sade û hevedudanî) Ew li kesekî dixe. Ew liwîdixe.lêxistin.Ew li kesekî dide. Ew li wî dide. lêdan.Ew di tiştekî dikoşe. Ew têdikoşe. têkoşîn.Ew bi tiştekî dikene. Ew pêdikene. pêkenîn.Ewzêrekî bi bûkê ve dike. Ewzêrekî bi wê ve dike. pêvekirin.Ewta di derziyê ra dike. Ewtêradike. têrakirin. ...û hwd.5 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji lêkereka hevedudanî, ji daçek û pronavekî ku bi hev ra biwêjeka lêkerî pêkanîne. Wek nimûne,Ewdi wê lîstikê derdixe. Ewdi wê derdixe. Ew têderdixe. têderxistin.Ewbi diyariyekê şadibe. Ew bi wê şadibe. pêşabûn.Gok li dîwêr vedipeke. Ew lê vedipeke. lêvepekîn.

  8. 6 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji navdêrekî û lêkereka sade pêktên. Wek nimûne: av + dan = avdan gez + kirin = gezkirin hez + kirin = hezkirin maç + kirin = maçkirin bar + kirin = barkirin saz + kirin = sazkirin kar + kirin = karkirin qezenc + kirin = qezenckirin mehir + kirin = mehirkirin seza + kirin = sezakirin 7 – Lêkerên hevedudanî, yên ku ji daçek, navdêrekî û lêkereka sade pêktên. Wek nimûne: bi dar va kirin = bi darvakirin bi dar da kirin = bi dardakirin li sê dare dan = li sê dare dan li bar kirin = li barkirin li kar derketin = li kar derketin

  9. Beş û Komên Lêkeran ( A – Lêkerên li saz û yên ne li saz) Lêkerên zimanê me – wisa yên gelek zimanên din jî – ji aliyê kesandina wan va bi du beşan têne parvekirin: Lêkerên li saz(rêgulêr) û lêkerên ne li saz (ne rêgulêr). A - Lêkerên li saz, gava têne kesandin, ji bilî tîpên ku bi pronav ra hevaheng´in, ti tîpên din nayên guhertin. Wek nimûne: Jêder Rayê lêkerê Dema niha barîn -bar- dibare bezîn -bez- dibeze bûn -b- dibe çûn -ç- diçe dizîn -diz- didize gihan -gih- digihe kolan -kol- dikole

  10. Beş û Komên Lêkeran ( A – Lêkerên li saz û yên ne li saz) Lêkerên zimanê me – wisa yên gelek zimanên din jî – ji aliyê kesandina wan va bi du beşan têne parvekirin: Lêkerên li saz(rêgulêr) û lêkerên ne li saz (ne rêgulêr). B - Lêkerên ne li saz, gava têne kesandin, ji bilî tîpên ku bi pronav ra hevaheng´in, hin tîpên din jî tên guhertin. Wek nimûne: Jêder Rayê lêkerê Dema niha axiftin -axiv- diaxive guhartin -guher- diguhere lîstin -lîz- dilîze kuştin -kuj- dikuje standin -stîn- distîne xwandin -xwîn- dixwîne

More Related